• Thursday, 12 February 2026
logo

Hemîd Derbendî: Pêwîstiya Salih Muslim bi Kurdistanê tuneye

Gulan Media October 24, 2013 Nûçe
Hemîd Derbendî: Pêwîstiya Salih Muslim bi Kurdistanê tuneye
Berpirsê peyvendiyên giştî û doseyeya Sûriyayê yê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Hemîd Derbendî ragehand ku, ew demeke hin kenalên ragehandinê nûçe û raportan belav dikin û dibêjin ku, qaşo Kurdistan nehêştiye Salih Muslim bo serdana Ewrûpayê derbasî Kurdistanê bibe.

Hemîd Derbendî eşkere kir ku, ti pêwîstiyeke Salih Muslim bo serdan kirin anjî sefer kirinê bo welatên din bi Kurdistanê tuneye jiber ku, nav hatî gelek biasanî û bêyî ti kêşeyek dikare bi rêya balefirxaneyên Bexda, Tehran, Dîmeşq anjî Enqere serdanên xwe pêk bîne.
Top