Berpirsê peywendîyên derve: Herêma Kurdistanê dixwaze peywendî bi hemû gel û welatên cîhanê re hebe
Felah Mistefa berpirsê fermangeha peywendîyên derve yê hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Akînobo Kînoşîta berpirsê liqa Tokyo ya komeleya dostatîya Kurdistan-Japonê kir û di dîdarekê de Akînobo Kînoşîta xoşhalîya xw eli hember serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û ragihand, ku komeleya wan dixwaze di navbera Japon û Herêma Kurdistanê de di buwarên cuda cuda de peywednî hebe bi taybetî ku her du gel xodanyek sosretê ne û tekez kir ku di dawîn bîranîna karesata Hîroşîma û Nakazakî de şandeke Kurdistanî beşdar bûye û eve jî bo Herêma Kurdistanê bi xwe giringî hebû.
Kînoşîta herwiha amaje bi ewê çendê jî da ku hikûmeta Japonê 6 miliyon Dolar bo alîkarîya awareyên Surî yên li Herêma Kurdistanê terxan kiriye.
Felah Mistefa jî di evê dîdarê de destxweşî li hewlênkomeleya dostatîya Japon-Kurdistan kir û tekezî kir, ku hikûmeta Herêma KUrdistanê doxwaze peywendîyên xw eli gel hemû gelê cîhanê hebe bi taybetî gelê Japonê û supasîya helwêsta hikûmeta Japonê kir beramber yarmetîdana awareyên Surî yên li Herêma Kurdistanê û daxwaz ji wan kir, ku weke rêkxistineke civil rol di nasandina Herêma Kurdistanê bi gelê Japonê de hebin.
Felah Mistefa herwisa amaje bi ewê çendê da ku girifta awareyan tenê xwarin û xîwet nîne, belku hikûmeta Herêma Kurdistanê pêywîstî bi alîkarîyê heye bo avakirina kampan bo ewan awareyan û bi hemû jêrxanên xwe ve bi taybetî ku niha hejmara awareyan 235 hezar kes derbas kiriye.
Mistefa herwiha bi giring zanî ku şanda fermîya Japonê û ragihandin û rêkxistinên nehikûmîyên evî welatî jî serdana Herêma Kurdistanê bikin û şandên cuda cuda ji Herêma Kurdistanê ve jî serdana Japonê bikin bi mebesta têkelbûna zêdetir a her du gelan bi hev re û şarezabûn ji rewşa rastîneya îro ya Herêma Kurdistanê û vekirina dergehên zêdetirên peywendîyên di navbera her du alîyan de.
