Altan Tan: Hikûmeta Tirkiyê hêviyên kurdan li erdê dan
Parlamenterê BDP yê Amedê Altan Tan ragiahnd ku, pakêta demokrasiyê ya Erdogan wek li dewsa taqimek kinc, mendîlekê bide kurdan û dixwaze ku kurd li ser wê mendîlê wî sipas bikin.
Altan Tan di hevpeyvînekê bi BBC re got ku, li gor serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan, pêvajoya aşitiyê tenê rawestandina şer e û bêdengkirina çekan e.
Altan Tan destnîşan kir ku, hêviyên kurdan ji pakêtê ew bû ku, zimanê kurdî di yasaya bingehîn de bi cî bibe û herêmên xwe bi xwe birêve bibe, êdî xweseriye, Otonomiye, federesyone her çiye, lê hikûmet ew hemû hêvî li erdê dan.
Parlameterê BPD yê Amedê her wiha da zanîn ku, pêwîste kurd careke din serî li şer û çekan nedin, bi xebatên demokratîk û siyasî tekoşîna xwe birêve bibin.
Rudaw
