• Thursday, 12 February 2026
logo

Wezîrê pêşmerge û heyeteke hikûmeta Fenlendayê civiyan

Gulan Media October 22, 2013 Nûçe
Wezîrê pêşmerge û heyeteke hikûmeta Fenlendayê civiyan
Wezîrê pêşmerge pêşwaziya heyeteke hikûmeta Fenlendayê kir.

Duh wezîrê karûbarê pêşmerge yê hikûmeta Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa pêşwaziya heyeteke hikûmeta Fenlendayê û hijmarek ji nunerên part û aliyên siyasî yên vê welatî kir.

Di hevdîtineke de her du alî behsa çawetiya bihêztir kirina hevkariya navbera her du aliyan û bihêztir kirina peyvendiyên navbera hikûmeta Kurdistan û Fenlendayê kir.

Di berdewamiya civîna han de heyeta mêwan ku, hijmareke pîşesaz û karsazên Fenlendî jî tê debûn, behsa pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê û rewşa baş ya Kurdistanê kir û ragehand ku, ew yekemîn care serdana Îraq û Kurdistanê dikin û ragehand ku, bajarê Hewlêrê gelek pêşketiye û niha yek ji bajarên pêşkeftî û baş ya cîhanê ye.
Top