• Thursday, 12 February 2026
logo

Hêmin Hewramî bi heyeteke Fenlendî, Konsolosê Îtaliya, Holenda û Felestînê re civiya

Gulan Media October 22, 2013 Nûçe
Hêmin Hewramî bi heyeteke Fenlendî, Konsolosê Îtaliya, Holenda û Felestînê re civiya
Berpirsê peyvendiyên derve yên partiya demorkata Kurdistanê bi awayekî cuda bi heyeteke Fenlendî, Konsolosê Îtaliya, Holenda û Felestînê re civiya.

Îro Berpirsê peyvendiyên derve yên partiya demokarta Kurdistanê Hêmin Hewramî bi awayekî cuda bi heyeteke hikûmeta Fenlendayê, Konsolosê Îtaliyayê, Holenda û Felestînê re civiya.

Di wan hevdîtinan de Hewramî hevdem ligel bixêr hatina kirina mêwanan, behsa prosesa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê, peyvendiyên navbera Hewlêrê û Bexdayê û qanûna hilbijartinên Îraqê kir.

Hewramî di beşeke din ji axaftinên xwe de siyasta PDKê ya jibo damezrandina kabîneya hikûmeta nû ya Kurdistanê jî ji bo heyetên mêwan rave kir.
Top