• Thursday, 12 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Kutleya Muwatinî ya Encûmena Nûnerên Iraqa Federal kir

Gulan Media October 21, 2013 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Kutleya Muwatinî ya Encûmena Nûnerên Iraqa Federal kir
Duh dûşem 21.10.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Beyan Cebir Serokê Kutleya Muwatinî ya Encûmena Nûnerên Iraqa Federal kir.

Di destpêka hevdîtinê de Serokê Kutleya Muwatinî ya Encûmena Nûnerên Iraqê xweşhaliya xwe ji bo rexsandina hevdîtina li gel Serok Barzanî ragihand û serkeftina pêvajoya Hilbijartina Parlemena Kurdistanê jî bi hengavekî gelek girîng û bi bandor wesif kir. Her li vê hevdîtinê de pêşhatên dawî yê siyasiyên Iraqê nirxandin û guftûgo li ser yasaya hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê kirin.

Her wiha pêvajoya siyasiya navçeyê û qeyrana Sûriye mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
Top