Bakurî û Rojavayîyan Dîwarê Şermê şermezar kirin
Kurdistaniyên li herdu aliyan di heman demê de anîn ziman ku ew tu sînoran nas nakin û dê tu dîwar wan ji hev qutnekin.
Çalavanên ku bê navber diruşmeyên li dijî çêkirina “Dîwarê Şermê” bilind kirin pankartên bi nivîsên “Em sînoran nas nakin” “Tu sînor me ji hev qut nakin” vekiribûn.
Lê hikûmeta Turkiyê çavên xwe li yekîtiya gelê Kurd ranegirt hêzên xwe bi panzêran anîbûn ser sînor û bi bombeyên gazê û ava şidandî êrîşî xwepêşandêrên Nisêbînê kirin lê ji ber dijwariya êrîşa Turkiyê li vî aliyê sînor (Rojavayê Kurdistan`ê) jî 6 welatî ji ber gaza Himûmeta Turkiyê bihên şikandî bûn û ew rakirin nexweşxaneya Qamişlo
Xendan
