• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Bexdayê duh herî kêm 50 kes hatin kuştin

Gulan Media October 21, 2013 Nûçe
Li Bexdayê duh herî kêm 50 kes hatin kuştin
Di encama teqîn û êrişên xwekujî de li Iraqê bi taybet Bexdayê bi dehan kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Reutersê, duh (20.10.2013) li taxeke şîeyan a Bexdayê teqînek xwekujî qewimî û di encamê de herî kêm 38 kes hatin kuştin.

Li gorî agahiyên polîsê Bexdayê, teqîn bi rêya otomobîleke bombekirî û li ber çayxaneyekê li taxa Emîl a bajarê pêk hat.

Her wiha hat zanîn, di encama êrişên li dijî hêzên ewlehiyê yên Iraqê de herî kêm 12 kes hatin kuştin.

Li gorî amarên grûba bi navê “Jimartina Termên Iraqê”, ji destpêka sala 2013an ve heta niha herî kêm 7 hezar sivîl li Iraqê hatine kuştin.


Heta niha ti kom û rêxistinekê êrişên han negirtine ser xwe lê tê gotin komên çekdar ên îslamî yên radîkal ên girêdayî rêxistina El Qaîdê van êriş û teqînan pêk tînin.

Rudaw
Top