• Thursday, 12 February 2026
logo

Dozgerê giştî li dijî keç û kurê hevdu maçkirin doz vekir

Gulan Media October 20, 2013 Nûçe
Dozgerê giştî li dijî keç û kurê hevdu maçkirin doz vekir
Bi rêya tora civakî Facebookê daxwaz ji serokê dozgeriya giştî ya Herêma Kurdistanê tê kirin ku rênmayên yasayî beramber bi ew du gêncan ku li cihê peykerê xweşewîstiyê ku li Parka Azadî li bajarê Silêmaniyê hatibû şewtandin hevdu maçî kirin bigre ber û dozgerê giştî jî ew doze şandiye dozgerê giştî ya Silêmaniyê.

Wek rêbazek bo nîşandana xweşewîstiya xwe û protestokirina ew destên ku di şewitandina peykerê de hebû, roja îna borî Kamran Necim ku yek li wênegirên Kurdistanê û wêneyên wî li ragihandinên cîhanî tên belav kirin li cihê peykerê xweşewîstî evîndarê xwe maç kir.sekreterê serokê dozgerê giştiyê herêmê Ebdulrehman Ekrem Akreyî ji Xendanê re ragihand ku, bi rêya tora civakî Facebookê kesekî gilî kiriye ku rênemayên yasayî li hemberî ew keç û kurê li cihê peykerê xweşewîstiyê hevdu maç kirine bi tumeta bezandina “Edeba giştî” bigrin ber.

Ebdulrehman Ekrem Akreyî got: Me jî ji aliyê xwe ve ew doza gîhandiye berdestê serokê dozgeriya giştî ya Herêmê.

Akreyî got: Sibe dozgerê giştî yê Herêma Kurdistanê dê wê dozê rake ji dozgerê giştî yê Silêmaniyê bo lêkolînê û girtina rêûşûnên yasayî.

Bi gotina sekreterê serokê dozgeriya giştî ya Herêmê di warê yasayî de dozgeriya giştî wê dozê bilivîne û rûbirûyê dadgehê dixe û piştre jî dadgeh wê biryarê li ser sizedana herdu kesan dide.

Piştî belavbûna wêneya Kamran Necim û evîdarê xwe ku hevdu maçkirin, kesekî li tora civakî ya Facebookê bi navê “Muhamad San” dawayek li ser malpera sekreterê serokê dozgeriya giştî ya Herêmê re şandiye û ragihandiye ku ev du kesên bi navên (Kamran Necim Îbrahîm) û (Yantîn) ku xelkê Siwêdê ye edeba giştî derbas kirine û tehda kirine bi tiştekî ne li gor pîvanên civaka me ye ku nava cihekî giştî de – li Parka Azadî – ku bi jinekî biyanî re ew edeba giştî bezandiye.

Hêjayî gotinê ye roja 18/10/2013`an li ser malpera taybet ya xwe li Facebookê, yek ji wênegirên Kurdistanê (Kamran Necim) ku wêneyên xwe li mîdyayên bi navûdeng yên cîhanê belav dike, wêneyekî xwe li gel evîdarê xwe li cihê peykerê xweşewîstî belav kiriye û di heman demê de hevdu maç kirine.

Eve jî bo nîşandana xweşewîstiya xwe û protestokirina ew kesên ku destê wan di şewitandina peykerê de hebûye.

Roja 12/10/2013`an jî peykerê “xweşewîsît” ku berya 4 salan li parka Azadî hatibû danîn bi awayekî mij hate şewtandin û dirustkerê peykerê xweşewîstî jî radighîne ku gomana wî lie w aqilên tarî ye ku li dijî peyker û ciwanî û xweşewîstiyê ne.
Top