• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Akrê lehî rabû û 34 mî xeniqîn

Gulan Media October 20, 2013 Nûçe
Li Akrê lehî rabû û 34 mî xeniqîn
Ji ber barana îro li Herêma Kurdistanê li bajarokekî ser bi navçeya Akrê lehî rabû û 34 mî dixeniqin.
Îro li bajaroka Girdesînî a ser bi qeza Akrê jiber baranabarîna zor lehî radibe û di encamê de 34 ser mî xeniqîn.

Berpirsê beşa ragihandinê li birêveberiya berevaniya şaristaniyê Xisro Haşim ji Xendanê re ragihand ku ji ber barîna baranekî zor li bajaroka Girdesînê a ser bi qeza Akrê lehî rû da û 34 serî miyên sipî bi ber lehiyê ketin.

Xisro Haşim got: Polîsê berevaniya şaristaniyê li bajaroka Girdesînê karîn di demekî kin de li cihê rêdanê amade bin û zêdetir li 100 serî mî rizgar bikin.

Haşim got: Niha hêzên berevaniya şaristanî li Girdesîn berdewamin li rizgarkirina mihên ku ketine ber lehiyê.

Xendna
Top