Berdewamîya êrişên terorîstî bo ser Kurdên Şebek li Mûsilê
Li gor nûçeya ajansa El-Ixbariye ya Iraqî, polîsê Mûsilê ragihandiye, ku ´´ îro danê sibehî çend çekdarên nenaskirî êriş kirine ser mala hevwelatîyekî Kurdê Şebek li nawçeya Hedba ya li bakûrê Mûsilê û di encam de zilamê malê hatiye kuştin û hevjîna wî jî bi dijwarî birîndar bûye.´´
Li gor evê nûçeyê, polîsê Mûsilê ragihandiye, ku hêzên ewlehîyê cihê bûyerê dorpêç kirin û tîma hawarhatinê kesê kuştî berev pizişkîya dadwerî veguhastin û hevjîna wî ya birîndar jî berev nexweşxaneyê birin.
Ewe maweyeke ku Kurdên Şebek ku bi piranî li parêzgeha Mûsilê dijîn, bûne armanca êrişên terorîstî û di encam de jî gelek malbatên Kurd bi neçarî awareyê cihên din bûne yan jî berev nawçeyên di bin desthilata hikûmeta herêma Kurdistanê de hatine.
