• Thursday, 12 February 2026
logo

Şehristanî 45 milyar Dolar bi heder daye

Gulan Media October 20, 2013 Nûçe
Şehristanî 45 milyar Dolar bi heder daye
Parlamentera Iraqî ya girêdayî tevgera Sedr, Macîde Temîmî, cîgirê serokwezîrê Iraqê û wezîrê enerjiyê Husên Şehristanî bi hederdana 45 milyar Dolar ji bûdceya sala 2013ê ya welêt tohmetbar kir.

Li gorî nûçeya rojnameya Meda ya iraqî, parlementera iraqî ya bi navê Macîde Temîmî diyar kir ku ji ber texmînên xelet ên cîgirê serokwezîrê Iraqê Husên Şehristanî yên derbarê nefta xav de, 45 milyar Dolar ji bûdceya Iraqê bi heder çûye, ango vala hatiye serfkirin.

Macîde Temîmî da zanîn ku valahiya bûdceya îsal a Iraqê gihiştiye 17 trîlyon Dînar, di demekî de ku dihat pêşbînîkirin ev rêje bigihije 19 trîlyon Dînar û wiha got: “Ji ber ku bi bihabûna nirxê petrolê re, rêjeya şandina petrola Iraqê ji bo derve kêm bûye.”

Wê parlementera Iraqî herwiha destnîşan kir ku li gorî qanûna bûdceya sala 2013ê a Iraqê, diviya rojane 2 milyon û 900 hezar bermîl petrol ji bo derve bihatana şandin, lê ev rêje niha 2 milyon û 400 hezar bermîl e. Bûdceya giştî ya sala 2013ê ya Iraqê nêzîkî 118 milyar Dolar e.

Rudaw
Top