• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Colemêrgê kanzayan giranbuha hatin dîtin

Gulan Media October 20, 2013 Nûçe
Li Colemêrgê kanzayan giranbuha hatin dîtin
Li gor nûçeyek Ajansa nadul`ê bajarê Colemêrgê di nav bajarên Turkiyê de ji hêla xizanî û jiyanê ve bajarê herî hejare lê ji aliyê kanza ve pir dewlemend e.

Dekanê Fakulteya Endezyariyê ya Zanîngeha Colemêrg`ê Prof. Dr. Mehmet Nûrî Bodur, diyar kir ku Colemêrg ji hêla rezervên kanzayan ve yên wekî Krom, Kûrşûn, Çingo û Bakir ve gelekî dewlemend e.

Bodûr aşkere kir ku, li herêmê ji bilî Çingo û Kûrşûnê rezervên kukurt û kaniyên jeotermal jî hene, ger ku ev rezervên hanê bên nirxandin dê ji bo aboriya herêmê baş bibe û dê Colemêrg jî pê dewlemend bibe.

Bodûr wiha got: Ji bo ku Colemêrg bibe navendeke girîng divê ji bo hilberîn û vekolînê sazî bên vekirin, her wiha pîşesazî bên damezirandin û ji bo herêmê û di serî de ji bo xebatên hunerî divê ku rezervên gelemperî bên kişif kirin û ji bo herêm pêşkeve divê ku bi van xebatan berhemanînên girîng bên kirin.

Hêjayî gotinê ye ku, Colemêrg di pêşketinê de li herêmê 6`emîn e, lewra eger bi teşwîqan saziyên nû bên vekirin ji bo îstîhdama herêmê dê baş bibe.

Xendan
Top