Karwan Ebdulkerîm: Cejn li Hewlêrê bi aramî derbas bû
Peyvdarê polîsê Hewlêrê Karwan Ebdulah ragehand ku, di rojên cejna qurbanê de çendîn bûyerên curbicur qewmîne.
Ebdulkerîm eşkere kir ku, di rojên cejnê de bûyereke şer kirinê qewmiye û di encam de 11 kes birîndar bûne û ew aliyên ku, şer kirine hatine girtin û lêkolîn li wan tê kirin.
Çavkanî eşkere kir ku, di rojên cejnê de ti bûyerek ku, bibe sedema cana xelkê neqewmiye.
Ji aliyeke din ve jî Peyvdarê polîsê hatuçû yê Hewlêrê eşkere kirku, di rojên cejnê de 8 bûyerên hatuçû qewmîne û di encam de 7 kes birîndar bûne.
Çavkanî eşkere kir ku, li gor cejnên salên derbasbûyî hijmara bûyeran di cejna îsal de gelekê kêm bûye.
