• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Efrînê 24 çekdarên DAIŞ hatine kuştin

Gulan Media October 18, 2013 Nûçe
Li Efrînê 24 çekdarên DAIŞ hatine kuştin
Fermadeya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya qada Heleb – Efrîn`ê ragihand ku di encama şer û pevçûnên 3 rojên dawîn ya di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Dewleta Îslamî ya Îraq – Şamê (DAIŞ) de li derdora gundên Qestel Cindo û Yazî Baxê û Mierîn ya Herêma Efrînê de 24 çekdarên Dewleta Îslamî ya Îraq – Şamê (DAIŞ) hatine kuştin û YPG dest daniye ser 4 Topên cûrê Cihenem, Rokêtavêjek RBC,10 çekên Kilaşînkof, bi hezaran guleyên BKS û 2 otombêlên cûrê Toyota û Pick Up.

Hêjayî gotinê ye ku grûpên çekdar yên Dewleta Îslamî ya Îraq – Şamê (DAIŞ) hewl didin ku gundên Yazî Bax û Yazî Baxê dagîr bikin lê rastî berxwedan û bersivdayîna Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tên û neçar dibin ku paşve vegerin.
Top