• Thursday, 12 February 2026
logo

Nunerê Serok Barzanî beşdariya perseya Salih Şanderî kir

Gulan Media October 18, 2013 Nûçe
Nunerê Serok Barzanî beşdariya perseya Salih Şanderî kir
Nunerê Serok Barzanî Mensûr Barzanî beşdariya peraseya rehmetî Mele Salih Şanderî kir.

Roja 16/10/2013 nunerê Serok Barzanî Mensûr Barzanî beşdariya perseya rehmetî hevalê Mele Mistefa Barzanî yê dema Sovyetê xwedê jê razî Mele Salih Şanederî kir.

Mensûr Barzanî perser û serxweşî û hevxemiya Serok Barzanî gehande malbeta rehmetî.

Endamê desteya Sokatiya PDKê Sîdad Barzanî û nunerê Serokwezîrê Kurdistanê Siyamend Reşîd Hemo jî beşdariya perseya rehmetî kirin û hevxemî û serxweşiyên Serokwezîr gehande malbeta rehmetî.

Hêjayê gotinê ye ku, rehmetî Mele Salih Şanederî di sala 1938an de gundê Şanederê ya li devera Barzanê ji dayik bûye, beşdariya komara Kurdistanê ya li Mehabadê kiriye û herwiha yek bûye ji hevalên Barzaniyê Nemir ku, çûye Soviyeta berê, di kongreya 13mîn ya PDKê de ji aliyê Serok Barzanî ve bi xelata Barzanî hatiye xelatkirin.
Top