Emar Elhekîm daxwaza şoreşeke îdarî dike
Serokê civata bilind ya îslamiya Îraqê Emar Elhekîm ragehand ku, Îraqê rastî çendîn kêşeyên girîng yên siyasî û îdarî hatiye.
Hekîm eşkere kir ku, bo çareser kirina kêşeyên îdarî û siyasî yên Îraqê pêdeviya Îraqê bi şoreşeke mezin ya îdarî a weke şoreşa siyasî ya sala 2003an heye.
Hekîm gotiye: Terorîzim li seraserê Îraqê zal bûye û rewşa Îraqê xistiye jêr kontrola xwe û xwîna her kesekî dirjîne lewre şerê me yê li dijî terorê şerê man û nemanê ye.
