Barzanî bo Şarqulawasat: parastina Asayîş û îsîtqrara Kurdistanê giringitirîn karê me ye
Serokê hikûmeta Kurdistanê dibêje ku, hêzên emnî yên herêma Kurdistanê gelek bi lezgînî karîn endamên wê grûpa bterorîstî dastgîr bikin û got ku, yek ji karên giringên hikûmeta herêma Kurdistanê parastina emin û aramiyê ye: ”Asayîş û îsîtqrara herêma Kurdistanê giringitirîn karê me ye. Herwesa parastina canê hevwelatiyên herêma Kurdistanê û yên li vê herêmê akincî ne, milk û malê wan û binyatdanana bidest ve hatiye di nava çarçoveya karên me yên giring de ye... û ew destkeftiyên mezin yên bi baweriya hevwelatiyan û piştgiriya wan bi dest ve hatine nabin qurbanî… bi piştevaniya Xweda, û bi îmkanên hêzên aminî û hevwelatiyên dilsoz destê terorê nagehîte herêma Kurdistanê, yên bi aşitî dijîn.”
Serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya hevpeyvîna xwe de behsa hilbijartinên parlamnetoya Kurdistanê û pêkanîna hikûmeta nû, kabîneya heştem, dike û dibêje ku, piştî pesindkirina encamên hilbijartinan dê danustandin din navbera aliyên serkeftî de ji bo pêkanîna hikûmetê dest pê bikin û ”Eger biryar be ez ji bo pêkanîn akabîneya heştem bêm raspardin, hîngê ez razî nabin tu kandîd ji bo wergertina wezaretekê bên feriz kirin.”
Barzanî dibêje ku, hilbijartinên vê dawiyê yên parlamentoya Kurdistanê paqij û serkeftî bûn: ”diyartirîn aliyê serkeftina pirosesaê jî ew bû me karî rewşnbîriya hilbijartinan di nav xelikê Kurdistanê de berceste bikin.”
Di bersiv apirsekê de ka gelo dest bi danustaninan ji bona pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê kiriye, serokwezîrê dibêje ku, heta nuha bi awayekî fermî behsa beşdarîkirina partiyan û pêkanîn ahikûmetê nahatiye kirin, ji be rku, hêşta encamên dawiyê bi awayekî fermî nehatîne ragehandin û hindek ji aliyên siyasî gilîname pêşkeşî mehkemê kirine divê hemû qonax timam bibin û piştî pesindkirina encamn dê dest bi pêkanîna hikûmetê bê kirin.
Serokwezîrê Kurdistanê di bersiva pirsek din de ku di dema pêkanîn ahikûmetê de hindek kandîd ji aliyê hindek aliyan ve bo wergirtina wezareteke diyarkirî tên feriz kirin, dibêje: ” Ez razî nabim tu kandîd bên feriz kirin. Divê bo her wezaretekê sê nav weke kandîd bên diyar kirin û paşî kandîdê ji hemûyan jêhatîtir dê hilibijrîn. Ji bo min negiringe wezîr ser bi kîjan alî ve ye, ji ber ku, weke wezîrê nav hikûmetê dê miamile pê re bê kirin.”
Li gor sîstema hukimdariyê li herêma Kurdistanê, piştî pesindkirina encamên hilbijartinanên parlamentoya Kurdistanê, serokê herêma Kurdistanê dê partiya serkeftî piraniya dengan bi dest xistî di hilbijartinan, ji bo pêkanîna hikûmetê tekîf bike û divê di nava 30 rojan karên xwe timam bike.
