• Thursday, 12 February 2026
logo

Qayimmeqamê Dûzxormato daxwaza hêza pêşmerge dike

Gulan Media October 14, 2013 Nûçe
Qayimmeqamê Dûzxormato daxwaza hêza pêşmerge dike
Qayimmeqamê qezaya Dûzxomarto bo parastina ewlehîya nawçeyê û paratsina hevwelatîyên deverê, daxwaza çûna hêzeke pêşmerge bo evê deverê dike.

Qayimmeqamê Dûzxormato Şelal Ebdul di bêjedanekê de li gel PNA ragihandm ku reftara polîsê federala Iraqê li gel hevwelatîyên qezaya Dûzxormato baş nîne û her ew yek jî bûye sedem ku hevwelatî ji polîsê federalî bêzar bin.

Şelal Ebdul herwiha got:´´ weke îdareya qezaya Dûzxormato û komîteya ewlehîya qezayê, me biryar daye ku hêzeke hevbeş ava bikeyn û di nava tax û kolanên bajarê Dûzxormato de bi cih bikeyn.´´

Ebdul herwisa dide xuyakirin:´´ me daxwaz ji berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye ku hêzeke pêşmerge bo nawçeya me dabîn bikin, lê heta niha bersiva daxwaza wan nehatiye dayîn û ew li bendê ne ku hêzeke pêşmerge bo paratsina rewşa ewlehîyê di nava bajarê Dûzxormato de bi cih bibe.´´
Top