• Thursday, 12 February 2026
logo

YPGê ji ber cejna Qurbanê agribest ragihand

Gulan Media October 14, 2013 Nûçe
YPGê ji ber cejna Qurbanê agribest ragihand
Berdevkê yekeniyên parstina gel( YPG) yên girêdayî PYDê Rêdûr Xelîl ragihand di rojên cejna qurbanê de agirbesta yekalî radigihînin lê eger li dijî hêzin wan êrîşek hat kirin wê parastina xwe bikin.


Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl îro (14.10.2013) di daxuyaniyekî nivîskî de ku li ser rûpela wî ya Facebookê hatiye belavkirin, ragihand ewê di rojên cejna qurbanê de êrîşî tû hêzekî çekdar nekin lê eger komên çekdarên radîkal êrîşî wan bikin dê xwe biparêzîn.

Xelîl da zanîn, agirbesta yekalî ya wan ji sibê ve dest pê dike û heta dawiya cejna qurbanê berdewam dibe.


Cejna Qurbanê ya îsal ji sibê (15.10.2013) ve dest pê dike û heta 4 rojan didome.

Rudaw
Top