Serokê Herêma Kurdistanê li gel Sekreter û Endamên Serkirdayetiya Partiya Demokrata Pêşketiya Kurd li Sûriye civiya
Li vê kombûnê de şanda mîhvan ji bo serketina pêvajoya hilbijartinên Parlemena Kurdistanê ku li 21 ê Eylûla derbasbûyî hatibû encamdan pîrozbahiyên xwe bi Serok Barzanî ragihand. Şanda Partiya Demokrata Pêşketiya Kurd li Sûriye bi tundî teqîna terorîstiyên bajarê Hewlêra paytext şermezar kir û serxweşiyên xwe bi kesukarê şehîdên vê rûdawê ragihand.
Her li vê civînê de pêvajoya siyasiya herêmê û Sûriye bi giştî û Rojavaya Kurdistanê bi taybetî xistin ber behs û axaftin li ser wê rolê kirin ku Kurd dikarê li pêvajoya niha û paşaroja Sûriyê de bibîne.
