• Thursday, 12 February 2026
logo

Hevpeymanîya Kurdistanî; Kurd beşdarî di hilbijartinekê de nake ku bi neheqî 20 kursîyan ji dest bide

Gulan Media October 14, 2013 Nûçe
Hevpeymanîya Kurdistanî; Kurd beşdarî di hilbijartinekê de nake ku bi neheqî 20 kursîyan ji dest bide
Parlemantereka fraksiyona Hevpeymanîya Kurdistanî di parlemana Iraqa federal de ragihand, ku Kurd bi hîç awayekê naxwaza baca beşdarînekirina alîyên din di hilbijartinên dahatîyên parlemana Iraqê de bide û qanûna hilbijartinên Iraqê red dike heger mafên Kurd binpê bike.


Eşwaq Caf parlemantera fraksiyona Hevpeymanîya Kurdistanî di parlemana Iraqa federal de ji PNA re ragihand:´´ Kurd dengdanê li ser proje qanûna hilbijaretinan paş naxe û piştîvanîyê ji paşxistina wê jî nake, lê pêywîste proje qanûna hilbijartinên 2014 a parlemana Iraqê bigunce li gel demokrasîyê û parastina mafê hemû alîyekê di Iraqê de.´´

Eşwaq Caf ragihand:´´ Kurd amade nîne baca beşdarînekirina dengderên nawerast û başûrê Iraqê di hilbijartinan de bide.´´

Caf tekez jî kir:´´ Kurd bawerî bi beşdarîkirina di proseya demokrasîyê de bo avakirina dewleta dezgehî û demokratîk heye, lê heger di rewşekê de reşnivîsa niha ya qanûna hilbijartinan bi ser Kurd de bihê sepandin ku pêşêlkarî tê de hebe bermaber bi mafê gelê me, ewê demê biryar vedigere bo gelê Kurd ku aya beşdarî di hilbijartinekê de dike ku tê de bi neheqî nêzîkî 20 kursîyên parlemanê ji dest dide.´´

Hilbijartinên bo parlemana Iraqa federal dê 30 Nîsan a sala 2014 bihê encamdan.
Top