Stafa kanala Pelistan serdana mezara Nemiran kir
Duh Stafa kanala Pelistan ya zarokan serdana Mezara Nemiran ya li devera Barzanê kir û ji aliyê nunerê Serok Barazanî Xelat Barzanî ve hate pêşwazîkirin.
Piştî merasima pêşwaziyê û xwendina sûreta fatiheyê, heyet deste golek li ser Mezara Nemiran danî û pişt re jî peyvek derbarê xebat û têkoşîna Nemiran ya bo bidest xistina maf û azadiyên gelê Kurd pêşkêş kir.
