• Thursday, 12 February 2026
logo

Îtalya asta nûneratîya xwe li Herêma Kurdistanê bilndtir dike

Gulan Media October 14, 2013 Nûçe
Îtalya asta nûneratîya xwe li Herêma Kurdistanê bilndtir dike
Cîgirê wezîrê derveyê Îtalya di konfranseke rojnamevanî de li Hewlêrê ragihand, ku Îtalya dixwaze peywendîyên xwe bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re berfirehtir bike û asta weberhênanê li Kurdistanê zêde bike. Lapo Pestelly ragihand, ku Îtalya dê asta nûnerayetîya xwe li Herêma Kurdistanê bilindtir bike.

Êvarya pêr roja înê 11/10/2013 Lapo Pestelly cêgîrê wezîrê derveyê Îtalya li hotêla Rotana li Hewlêrê û di konfranseke rojnamevanî de encamên serdana xwe ya bo Kurdistanê eşkira kir û ronahî xiste ser çend xalên girîng ku welatî wî di buwarê pêşdabirina têkilîyên xwe digel herêma Kurdistanê biryar li ser daye.

Herweha got" di serdana xwe de bo Kurdistanê serdana çend cihên grîng kirye ji wan Kelha Hewlêr û kempa koçberên Kevrugosk .

Pestelly pîrozbahî li gel û hikumeta Kurdistanê kir bi helketina serketina pirosa helbijartina û pesna azadî û zelalya pirosê kir û wê rêjeya beşdar ya gehştye 73.9% û tekez kir ku Îtalya dixaze têkilîyên xwe di gel herêmê pêş da bibe û hikumeta romayê biryar wergrtye asta peywendyên xwe li herêma Kurdistanê bilindtir bike bo kunsulgerya giştî.

Cêgîrê wezîrê derveyê Îtalya raghand welatê wî li ber vîze li herêmê bi xelkê Kurdistanê bide û bazneya hevkarya bazirganî û weberhênanê digel herêmê berfirehtir bike.

Herweha supasya hikumeta herêma Kurdistanê kir jibo wan alîkaryên ku pêşkêşî koçberên kurdên rojava li herêmê kirye û eşkrekir ku hikumeta îtalya berî 20 rojan 500 hezar Yûro (Euro) weku alîkarî pêşkêşî koçberên kurd kirîne li herêmê û tekez kir ku welatê wî dibîne çareserya syasî baştrîn rêçke bo qeyrana surya û îtalya herdem ji alyê abûrî û syasî û tev warên dnde dostê gelê Kurdistanê buwe.

Lapo Pestelly ew yek neveşart ku kirîza abûrîya ku tûşî welatê wî bûye ,bandorên nerênî kirine, lê hewl dide ku fersendên weberhênanê li Kurdistanê bibîne û pêşangeha kel û pelên îtalî ku her sal li Hewlêrê dihê sazkirin pêşdabibe.

Cêgîrê wezîrê derveyê îtalya tekez kir ew kiryara terostya ya roja 29 ê meha burî li Hewlêrê hîç kartêkirina nakete ser peywendyên nêvbera herêma Kurdistanê û îtalyayê û îtalya disala 2015 de wê bi pêşangeheke mezn beşedar be li Kurdistanê ku 130 welat têde beşdar dibin û nêzî 70 kompanîyên Îtalya tevlî dibn.
Top