• Thursday, 12 February 2026
logo

Berpirsiyarên teqînên Hewlêrê hatin eşkere kirin

Gulan Media October 13, 2013 Nûçe
Berpirsiyarên teqînên Hewlêrê hatin eşkere kirin
Di presskonferansekî de li Hewlêrê berpirsên teqînên Hewlêrê hatin eşkere kirin.

Duh li Hewlêrê di presskonferansekî de ku, Şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî û birêveber giştî yê asayîşê têde amadebûn berpirsiyarên sereke yên wan teqînan hatin eşkere kirin.

Di destpêka presskonferansa han de Şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî ragehand ku, ew terorîstên han asankariyên ku, ji aliyê hikûmet û asayîşa Kurdistanê vê bo hatina welatiyên Başûrê Îraqê bo nava Kurdistanê hatine kirin bikar anîne û ji wan asankariyan fêde wergirtine û ew kiriyarên terorîstî cîhbicîh kirine.

Şewirmendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî diyar kirku, xala girîng ewe ku, ti welatiyeke Kurd çi li Kurdistanê û çî jî li derveya Kurdistanê bi ti awayî hevkariya terorîstan nekiriye.

Mesrûr Barzanî got: Terorîstên ku, we kiriyara han cîhbicîh kirine endamên tevgera terorîstiya binav dewleta îslamiya Îraq û Şamê ne û tevahiya wan jî ji derveya Kurdistanê hatine.

Di berdewamiya presskonferansa han de Birêveberê giştî yê asayîşa Hewlêrê jî eşkere kir ku, sê terrorist plana wan kiriyaran amade kiriye û pêdeviyên pêwîst jî dabîn kirine.

Birêveberê asayîşa Hewlêrê diyar kir ku, 3 terorîst bi navên Haşim Salih Muhemed yê bernas bi ( Ebû Sed), Muhemed Xelîl Xedoş yê bernas bi ( Şaelan) û Semîr Bekir Yûnis ku, her sê Erebin ji derveya Kurdistanê hatine û tirimbîl kirîne, piştîna terorîstî amade kirine û tirimbîlên ku, kirîne di nava wan de bombe bicîh kirine.

Hêjayê gotinêye ku, di roja 29ê meha derbasbûyî de li berdem asayîşa Hewlêrê teqîn pêk hat û 6 terorîst xwestin di dema wan teqînan de bikevin nava asayîşê lêbelê hêzên asayîşê tevahiya wan kuştin û 6 Efserên asayîşê û hijmareke welatiyên medenî jî birîndar bûn.
Top