• Thursday, 12 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Terorîst ji Sûriyayê hatibûn

Gulan Media October 12, 2013 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Terorîst ji Sûriyayê hatibûn
Serokwezîrê Kurdistanê dibêje ew terorîstên ku, li Hewlêrê teqîn pêk anî bûn ji Sûriyayê hatine Kurdistanê.

Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvîneke taybet de bi Rojnameya Elşerqul Ewset re çendîn mijar û babetên girîng şîrove kiriye.

Serokwezîrê Kurdistanê hevdem li gel şîrove kirina rewşa siyasî û abûrî ya Kurdistanê, rewşa Îraq û deverê jî bi giştî şîrove kiriye.

Serokwezîrê Kurdistanê di beşeke din ya vê hevpeyvîna han de behsa teqînên li berdem asayîşa Hewlêrê jî kiriye û gotiye: Ew kesên ku, êrîşa han pêk anîne ji Sûriyayê hatine û aloziya rewşa Sûriyayê jî bandoreke gelek mezin li ser rewşa Îraqê bi giştî û ya Kurdistanê bi taybetî kiriye.

Serokwezîrê Kurdistanê ragehandiye ku, bi ti awayî destkeftên heyî yên li Kurdistanê de nakin qurbana terorê û heta dawî vê rewşa aram ya Kurdistan û ewlekariya xelkê Kurdistanê biparêzin û ew yek dibe karekî sereke ya hikûmeta Kurdistanê.

Barzanî behsa vê yekê jî kiriye ku, ew çend sale terorîst hewl bo aloz kirina rewşa Kurdistanê didin lêbelê jiber hevkariya hêzên ewlekarî û xelkê Kurdistanê terorîst nikarîne armancên xwe bidest bixin.
Top