Gaziya agirbestê li Suriyê ber bi zêdebûnê
Uzumcu li bajarê Lahay yê Hollanda ji rojnamevanan re got, eger agirbesteke demkî bê ragihandin dê tîmên ser bi rêxistina wan armancên xwe bicîh bînin.
Serokê rêxistina qedexekirina çekên kîmyayî her wiha diyar kir ku dema ku ji wan re hatiye destnîşankirin gelekî kêm e, lê mohleta ku ji bo têkbirina çekên kîmawî hatiye kifşkirin, lojîk e.
Ji aliyê xwe ve, emîndarê giştî yê komkara erebî, Nebîl el-Erebî jî ragihand ku komkara erebî û rêxistina hevkariya islamî bi niyaz in bangeke hevbeş ji bo agirbestê derbixin.
El-Erebî da zanîn ku ewê derbarê vê mijarê de ligel sekreterê Netewyên Yekbûyî, Ban Ki-Moon, û nûnerê NY û erebî, Exzer Ibrahîmî Jî şêwirê bike.
Li gorî rêkeftina Rûsya û Amerîka bo jinabirina çekên kîmyayî yên Sûriyê, ev çend roj in tîmên NY yên jinavbirina çekên kîmyayî derbasî Sûriyê bûne û dest bi jinavbirina çekên kîmyayî û navendên çêkirina wan çekan kirine.
Tê gotin, nêzîkî hezar ton çekên kîmyayî yên Sûriyê hene ku li gelek deveran hatine veşartin.
Rudaw
