Kurekî Salih Muslim hevserokê PYDê di şer de gîyanê xwe ji dest da
Li gor zanyarîyên ji çend dezgehên ragihandinîyên Kurdî ve, îro di encama şerê navbera hêzên yekîneyên parastina gel (YPG) ên ser bi PYDê ve û çekdarên komên çete yên tundrew û îslamî li Girkê Legê ya Rojavayê Kurdistanê, Şervan Salih Muslim kurê Salih Muslim gîyanê xwe ji dest daye.
Rêkxistina terorîstîya ´´dewleta îslamîya Iraq û Şamê´´ jî ragihandiye ku kurekî Salih Muslim hevserokê PYDê di şerê îro yê navbera çekdarên wan û hêzên YPGê de hatiye kuştin.
Li gor malpera ´´PYD Rojava´´ jî, Peyvdarê fermîyê yekîneyên parastina gel (YPG)ê Rêdûr Xelîl jî piştrast kiriye ku îro çarşembe kurekî hevserokê PYDê yê bi nave ´´Şervan Salih Muslim´´ di şerê xwînawî yê îro yê navbera terorîstên îslamî û hêzên YPGê de li Girkê Sipî şehîd bûye.
Şervan kurê biçûkê Salih Muslim bû û tevlê rêzên yekîneyên parastina gel (YPG)ê bibû. Sê kurên dinên Salih Msulim jî di nava rêzên YPGê de ne û di bereyê şer li gel hêzên çete û tundrewyên îslamî de ne û bergirîyê li xak û xelkê Rojavayê Kurdistanê dikin.
