• Thursday, 12 February 2026
logo

Partiyên Kurdî li dijî sîstema pir bazineyîne

Gulan Media October 9, 2013 Nûçe
Partiyên Kurdî li dijî sîstema pir bazineyîne
Part û aliyên siyasî yên Kurdistanê ji bilî goran nerazîbûna xwe li dijî sîstema pirbazineyî ya hilbijartinan diyar kirin.

Îro piraniya part û aliyên siyasî yên Kurdistanê li Hewlêrê civiyan û di civînê de behsa hilbijartinên parlementoya Îraqê û sîstema pirbazineyî ya hilbijartinan yaku, ji aliyê hikûmeta Îraqê ve hatiye pêşkêşkirin nîqaşkirin.

Di civîna han de part û aliyên siyasî yên Kurdistanê jibilî goranê dijatiya xwe li hember ew sîstema han diyar kirin û ragehandin ku, dibe sîstema hilbijartinan sîstemeke yek bazineyî be jiber ku, sîstema pirbazineyî zererê dide berejwendiyên Kurdistanê.
Top