• Thursday, 12 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî bi Konsolosê nû yê Kanadayê re civiya

Gulan Media October 9, 2013 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî bi Konsolosê nû yê Kanadayê re civiya
Serokwezîrê Kurdistanê û Konsolosê Kanadayê behsa çawetiya bihêztir kirina peyvendiyên navbera her du aliyan kirin.

Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsolosê nû yê Kanadayê yê li Îraqê û heyeteke pê re kir.

Di hevdîtineke de Serokwezîrê Kurdistanê bi minasebeta destbikar kirina vî weke Konsolosê Kanadayê li Îraqê de pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Brono Sakomanee kir û her du alî behsa çawetiya bihêztir kirina peywendiyên navbera Kanada, Îraq û Kurdistanê de kirin.

Konsolosê Kanadayê diyar kir ku, Kanada dixweze peywendiyên xwe yên bi Kurdistanê re bihêztir bike û got: Bi mebesta bihêztir kirina peywendiyên han vê di destpêka sala 2014an de Kanada nivîsgeha Konsolosxaneya xwe li Hewlêrê vedike û her ji niha ve dest bi amadekariyên pêwîst hatiye kirin.

Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê kêfxweşiya xwe ya li hember vê biryara han diyar kir û ragehand ku, hikûmeta Kurdistanê piştgîriya kar û çalakiyên bazirganî yên Kanadayê ên li Kurdistanê de dike.

Serokwezîrê Kurdistanê herwiha piştgîriya xwe bo vekirina nivîsgeha Konsolosxaneya Kanadayê li Hewlêrê de diyar kir û ew biryara han bi biryareke girîng wesif kir.

Di berdewamiya hevdîtina han de behsa hilbjiartinên parlementoya Kurdistanê jî hate kirin û Konsolosê Kanadayê jiber serkeftina prosesa hilbijartinan pîrozbayî li gel û hikûmeta Kurdistanê kir.

Serokwezîrê Kurdistanê jî ew yek diyar kir ku, serkeftina prosesa hilbijartinan serkeftina gelê Kurd û ezmûna demokrasiya Kurdistanê ye û ew tişta ku, dilê mirov pê xweşe bicîhbûn û bihêztir bûna çanda demokrasî li Kurdistanê deye.
Top