Civata asayişa Herêma Kurdistanê: Çend darêjer û hevkarên teqînên terorîstîyên Hewlêrê hatine girtin û lêkolîn berev dawîyê diçe
Ragihana civata asayişa Herêma Kurdistanê bi evî şêweyê ye:
´´Piştî 6 salan ji pûçelkirina hewldan û planên terorîstan bo aloz kirina rewşa Kurdistanê di dawiya meha derbasbûyî de hijmareke terorîst karîne fêde ji asankariyên ku, ji bo hatina welatiyên deverên dinên Îraqê bo Kurdistanê hatine pêşkêşkirin bigirin.
Ew terorîstên han dixwestin bikevin nava bînaya asayîşa giştî a Hewlêrê û bo vê yekê jî li berdem asayîşê de du tirimbîl teqandin û pişt re jî du terorîstên xwekuj bi çek û piştînên bombekirî xwestin fêde ji aloziya ku, di dema teqînan de çê bûye bigirin daku, biçine nava asayîşê lêbelê rastî berxwedaniya qehremanane ya Efeserên asayîşê hatin û nikarîn bigene armanca xwe û tevahiya wan hatin kuştin.
Ew qehremaniya Efserên asayîşê bi xwîna 7 qehremanan hate tomarkirin û di encama wan teqînan de 72 karmendên asayîş, polîs û tendirostî jî birîndar bûn.
Qehremaniya wan Efseran helwesteke dîrokî û nimûneya fedakariye û ewê hertim di nava gelê Kurd de werin bibîranîn.
Piştî teqînan hêzên asayîşê û aliyên têkeldar dest bi lêkolînan kirin û bi hevkariya gelê me û welatiyên dilsoz di destpêka wan lêkolînan de me karî encamên baş bidest bixin û di encam de me karî ku, çend kesek ku, plana wan teqînan amadekiriye û ew çend kesên ku, karasanî bo vê teqînan kirine bigirin û ew kesên han jî tawanên xwe îêtraf kirine.
Ew terorîstên han ser bi dewleta îslamiya Îraq û Şamin, lêkolînên me didomin û di demeke nêz de encamên wan lêkolînan ji raya giştî re tên eşkerekirin.
Careke din em welatiyên xwe dilniya dikin ku, bi tevahiya hêza xwe li dijî teror û terorîstan radiwestîn û bi hevkariya gelê me vê Kurdistan hertim weke giraveke aram bimîne.´´
