• Thursday, 12 February 2026
logo

Efrîn hate topbaran kirin û mîrekî DAIŞ hate kuştin

Gulan Media October 8, 2013 Nûçe
Efrîn hate topbaran kirin û mîrekî DAIŞ hate kuştin
Di encama topbaran bajarê Efrînê a Rojavayê Kurdistanê zarokek jiyana xwe ji dest da û 3 kesên din jî birîndarbûn.

Li gor nûçeyeke ajansa Hawarnewsê, îro 8/10 danê nîvro di demjimêr 12:00`an de du guleyên topan li nîva bajarê Efrînê ketin û di encamê de zarokekî 7 salî jiyana xwe ji dest da û zarokek û jinek û gêncek jî birîndar bûne.

Ji aliyekî din ve malperên civakî yên ser bi rêxistina Dewleta Îslamî ya Êraq û Şamê DAIŞ`ê nûçeya kuştina yek ji mîrên xwe yê bi navê (Ebu Umetulah Misrî ) ragihandine.

Hêjayî gotinê ye ku li navçeya gundê Qestel Cindo a ser bi herêma Efrînê û li derdora gundê Me`rînê a ser herêma Ezazê şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên Yekîneyên Parastina Gel YPG û komên çekdar yên ser bi dewleta îslamî ya Êraqê û Şamê (DAIŞ) de berdewamin. Her weha çekdarên DAIŞ`ê ev demeke hewl dide navçeyên Efrînê dagir bike.

Xendan
Top