• Thursday, 12 February 2026
logo

Heyeteke nûjdarên Amerîkayî serdana Mezara Nemiran kir

Gulan Media October 8, 2013 Nûçe
Heyeteke nûjdarên Amerîkayî serdana Mezara Nemiran kir
Duh heyeteke nûjdarên Amerîkayê serdana Mezara Nemiran ya li Barzanê kir û ji aliyê nunerê Serok Barzanî Xelat Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

Di çarçoveya serdana welatiyên Kurd û biyanî bo ser Mezara Nemiran ya li Barzanê îro heyeteke nûjdarên Amerîkayî serdana Mezara Nemiran kir û ji aliyê nunerê Serok Barzanî Xelat Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

Piştî merasima pêşwaziyê û danîna deste golê li ser Mezarê heyet peyvek pêşkêş kir û behsa xebat û têkoşîna Nemiran bo rizgariya gelê Kurd kir û ragehand ku, têkoşîna gelê Kurd û xebata Nemiran bûye sedema bidest xistina destkeftên niha û nasnameya gelê Kurd.
Top