Jiber Kerkûkê Kurd ji civîna parlementoya Îraqê derketin
Firaksiyona partiyên Kurdistanî li parlementoya Îraqê jiber çend xalên taybet bi hilbijartinên Kerkûkê civîna îro ya derbarê qanûna parlementoya Îraqê de baykot kir.
Di vê derbarê de endamê firaksiyona Kurdistanî Şiwan Muhemed Teha ragehand ku, jiber cuda kirina hilbijartinên parêzgeha Kerkûkê ji hilbijartinên parêzgehên din yên Îraqê, firaksiyona Kurdistanî civîna îro ya parlementoya Îraqê baykot kiriye.
