• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Mûsilê 4 leşker hatin kuştin

Gulan Media October 7, 2013 Nûçe
Li Mûsilê 4 leşker hatin kuştin
Di encama teqandina bombeyeke vedayî li Rojavayê Mûsilê de 4 leşker hatin kuştin.

Çavkaniyek ji hêzên polîs yên li Mûsilê ragehand ku, îro bombeyeke vedayî li ser rêya navçeya Mehelebiye a li Rojavayê Mûsilê de bi karwaneke tirimbîlên leşkerî re hatiye teqandin.

Çavkaniya han eşkere kir ku, bombeya han di dema derbasbûna karwaneke leşkerî de hatiye teqandin û di encam de 4 leşker hatine kuştin û du leşkerên din jî birîndar bûne.
Top