Cebar Yawer: Heta niha zêdetirî 100 hezar pêşmerge li derveyî wezaretê ne
Sekreterê giştî yê wezareta pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawer duh (06.10.2013) şev beşdarî bernameya Rûdawa Îro ya Rûdaw TV bû. Cebar Yawer derbarê derengketin û kêmbûna mûçeyên hêzên pêşmerge de diyar kir ku mûçeyên hêzên pêşmerge li gorî kar û erkên wan kêm e.
Yawer da zanîn, ji ber ku prosedûra dayîna mûçeyên hêzên pêşmerge gelekî dirêj e hinek caran dereng dimîne û wiha got: “Me ji 25ê îlonê ve lîsteya mûçe amade kiriye lê heta niha wezareta darayî pere nedaye û em li bendê ne.”
Sekreterê giştî yê wezareta pêşmerge daxwaz kir, lêjneyek bo eşkerekirina sedemên derengketina mûçeyên hêzên pêşmerge pêk were û wiha axivî: “Eger derket holê ku ez xemsar bûme di vê mijarê de bila lêpirsîn li min bê kirin û ez bêm darizandin.”
Cebar Yawer her wiha eşkere kir ku heta niha tenê 42 hezar pêşmerge bi fermî girêdayî wezareta pêşmerge ne û zêdetirî 100 hezar pêşmerge li derveyî wezaretê ne.
Yawer têkez kir ku Herêma Kurdistanê pêwîstî bi hêzeke pêşmerge ya yekgirtî û niştimanî heye û wiha got: “Ev fermana serokê Herêma Kurdistanê ye ku nabe tu hêzeke çekdar li derveyî sîvana wezareta pêşmerge de bimîne.m
Cebar Yawer rexne li sîstema dabînkirina bûdceya wezareta pêşmerge jî kir û wiha anî ziman: “Bûdceya wezareta pêşmerge mîna wezaretên sivîl tê dayîn lê hinek jê tê kêmkirin û wek krêdî didin wezareta pêşmerge. Ji ber wê jî divê bûdceya wezareta pêşmerge bibe beşek ji bûdceya giştî ya Iraqê.”
Sekreterê wezareta pêşmerge ragihand ku wan bo sala 2013 daxwaza 2 trîlyon û 200 milyar dînar kirine lê trîlonek û 300 milyar dînar hatiye pesendkirin. Li gorî Cebar Yawer, tenê bo dabînkirina mûçe trîlyonek û 600 milyar dînar pêwîst e.
Derbarê hewlên wezareta pêşmerge bo zêdekirina mûçeyên hêzên pêşmerge jî Yawer wiha da zanîn: “Me ji sala 2010an ve 2 caran hewla zêdekirina mûçeyên hêzên pêşmerge daye. Mûçeyên ku kêm bûn me zêde kirin û niha jî me bi nivîskî daxwaza zêdekirina bûdceya 2014 a wezaretê kiriye da ku em mûçeyên wan zêde bikin.”
Rudaw
