• Thursday, 12 February 2026
logo

Xwendekarên zanîngeha Dîcle li dijî destdirêjiyê meşiyan

Gulan Media October 7, 2013 Nûçe
Xwendekarên zanîngeha Dîcle li dijî destdirêjiyê meşiyan
Ev heftiyek e li ber wargeha xwendekarên jin ên Zanîngeha Dîcleyê bûyerên destdirêjiyê zêde dibin. Xwendekaran li hemberî destdirêjiyan meş li dar xist û xwestin kesên sûcdar demildest bêne cezakirin.

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê ji ber destdirêjiya li hemberî hevalên xwe xwestin ji ber Fakûlteya Îktîsadê heta ber rektoriya zanîngehê meşek li dar bixin û van pêkanînan şermezar bikin. Lê polîsan li zanîngehê ewlehiyeke berfireh wergirt û nexwest xwendekar bimeşin. Piştî bazara di navbera xwendekar û polîsan heta ber Fakûlteya Perwerdehiyê destûra meşê hate dayîn.

Piştî destûrê xwendekar bi berzkirina dirûşman û bilindkirina dowîzan meşiyan û rektoriya zanîngehê bi xemsariyê sûcdar kirin. Piştî meşê li ser navê xwendekaran Tansu Dolmuş daxuyaniyek da çapemeniyê. Dolmuş, diyar kir ji ber wargeha jinan ji mêran cuda kirine, tu ewlehiya jinan li wargehê nemaye û xwest rektorî dev ji cudakirina wargehê berde.

Hem xwendekarên jin û hem jî yên mêr li hemberî vê pêkanînê nerazî ne û dixwazin rektorî çareyek ji vê pirsgirêkê re bibîne.

Xwendekarê bi navê Metîn Gur li ser çalakiya han ji Rûdawê re wiha got: “Ji berk u ev zîhniyet hertim jinê ji civakê dûr dixe, wan bê parastin dike, ev tiştên kirêt çêdibin. Em vê lanet dikin.”

Xwendekara bi navê Naciye Kurnek jî nêrînên xwe wiha anî ziman: “Em dixwazin an wargeha me ji vir bibin an jî em dixwazin ewlehiya me bigrin û riyek ji me re çêbikin.”

Xwendekareke din a bi navê Tuba Uysal diyar kir ku dema hevalên wan ên xort li cem wan be ew xwe bi ewle dibînin û wiha axivî: “Lê dema hevalên me yên kur ji me dûr kirin, em bi tenê man. Me bi tenê dihêlin.”

Xwendekaran dan zanîn ger pêşî li bûyerên destdirêjiyê neyê girtin ew ê çalakiyên xwe berfirehtir bikin.

Rudaw
Top