• Thursday, 12 February 2026
logo

Dema hilbijartinên parlamentoya Iraqê kifş bû

Gulan Media October 7, 2013 Nûçe
Dema hilbijartinên parlamentoya Iraqê kifş bû
Parlamentoya Iraqê roja hilbijartinên parlamentoyê destnîşan kir û dengdana li ser qanûna hilbijartinên Iraqê jî bo dawiya vê mehê paşde avêt.

Jêderekî ji ragihandina parlamentoya Iraqê ji Rûdawê re got, di civîna îro (07.10.2013) ya parlamentoya Iraqê de dema hilbijartinên parlamentoyê hat destnîşankirin û roja 30ê Nîsana sala 2014 wek roja lidarxistina hilbijartinan hat kifşkirin.

Li gorî wî jêderî, di civînê de her wiha biryar hat dayîn ku tomara navên dengderan bê nûkirin û bûdceya hilbijartinan jî were dabînkirin.

Parlamenterê Iraqê û endamê fraksyona hevpeymaniya Kurdistanî Ferhad Etroşî jî ji Rûdawê re got, dengdana li ser reşnivîsa hemwarkirî ya qanûna hilbijartinên Iraqê jî bo 30ê cotmeha îsal hat paşxistin.

Etroşî diyar kir ku nûnerên kurd nehîştin qanûna hilbijartinan were pesendkirin û heta rê nedan tu belgeya ku ne li gorî berjewendiyên kurdan e, ji aliyê hêzên siyasî yên Iraqê ve were sepandin.

Biryar bû parlamentoya Iraqê îro qanûna hilbijartinan pesend bikira lê ji ber nakokiyan nûnerên kurd civîna parlamentoyê baykot kirin.
Top