Kurd hoşdarî dide parlemana Iraqê ku daxwazên wê di proje bûdceya 2014 de pêk bihîne
Parlemanterê Iraqî yê ser bi fraksiyona Hevpeymanîya Kurdistanî Azad Zeynel di bêjedaneke taybetî de ji PNA re ragihand:´´ heta niha proje bûdceya sala ayinde nehatiye parlemana Iraqê û ji ber wê jî nikare qise li ser bihê kirin.´´
Azad Zeynel herwiha got:´´ di hemû haletan de heger daxwazên Kurd di evê proje bûdceyê de cêgîr nebin, em amade nînin weke Kurd deng bi projeyekê bidin ku di berjewendîya me de nîne.´´
Zeynel tekez jî kir ku wan pêştir di konfranseke rojnamevanî de daxwaîyên xwe aşkira kirine û niha jî ew tekezî li ser ewan daxwazên xwe dikin.
Kurd daxwaz dike ku bûdceya pêşmerge û pêdana pareyên kompanîyên neftî yên bîyanî û çend daxwazên din di proje qanûna bûdceya sala 2014 a Iraqê de bihên cêgîrkirin.
