• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Til Efera Mûsilê teqîn: Herî kêm 18 kes mirin

Gulan Media October 6, 2013 Nûçe
Li Til Efera Mûsilê teqîn: Herî kêm 18 kes mirin
Di encama teqîna 2 otomobîlên bombekirî de li devera Til Efer li parêzgeha Mûsilê, herî kêm 18 kes mirin û 70 kes jî birîndar bûn.

Qaymeqamê bajarokê Til Efer Ebdulal Ebas ji Rûdawê re got, îro (06.10.2013) li gundên Kîbik û Eyaziye yên girêdayî Til Eferê 2 otomobîlên bombekirî teqiyan ku yek jê teqîna xwekujî bûye.

Ebdulal da zanîn, di bûyeran de 18 kes mirin û 70 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên qaymeqamê Til Efer, yek ji teqînan li nêzîkî dibistanekê qewimiye û ya din jî li nêzîkî navendeke polîs pêk hatiye.

Hat zanîn, birîndarên bûyerê şandine nexweşxaneyên bajarê Mûsilê.

Duh jî li devera Kazimiye ya Bexdayê di encama hinek teqîn de herî kêm 60 kes miribûn ku tê gotin piraniya wan şîe bûne ku dixwestin serdana gorra îmamekî şîeyan bikin.

Rudaw
Top