Obama: Îran dikare heta salek din şiyana çêkirina çekên etomî bidest bixe
Obama di hevpeyvînekê de digel ajansa AP ku duh (05.10.2013) hat belavkirin, li ser şiyana Îranê ya çêkirina çekên etomî axivî û diyar kir ku Îran dikare heta salekê yan hinekî zêdetir şiyana çêkirina çekên etomî bidest bixe.
Serokê Amerîka ragihand ku pêşbîniyên Amerîka derbarê şiyana Îranê ya çêkirina çekên etomî li gorî pêşbîniyên Îsraîlê hinekî muhafizekarane ye ji ber ku li gorî rayedarên îsraîlî, Îran dikare heta 6 mehên din vê şiyanê bidest bîne.
Li gorî Barack Obama, divê cîhan serokomarê Îranê Hesen Rûhanî bicerribîne ka di çareserkirina kêşeya etomî ya welatê xwe de micid e yan na.
Beriya ku hevpeyvîna Obama were belavkirin, rêberê olî yê Îranê ayetullah Elî Xaminêyî gotibû, baweriya wan bi Amerîka nayê ji ber ku xwe mezin dibîne û soz û peymanan jî binpê dike.
Gotinên Xaminêyî wek rexne li hember hevpeyvîna telefonî ya navbera Rûhanî û Obama li New Yorkê hat şirovekirin.
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu jî di civîna civata giştî ya NY de gotibû, serokomarê Îranê Hesen Rûhanî dixwaze mîna Ehmedînejad cîhanê bixapîne û Rûhanî wek “gurê di postê pez” dabû nasîn.
Îsraîl, Amerîka û welatên Ewropa rêjîma îslamî ya Îranê bi wê tohmetbar dikin ku dixwaze çekên etomî çêbike lê Îran vê yekê qebûl nake û dibêje, ew enerjiya etomî tenê bo dabînkirina elektrîkê û armancên aştiyane bikar tîne.
