YPGê bîlançoya şerê Rojavayê Kurdistanê eşkere kir
Li gorî nûçeya DÎHAyê, berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê di civîneke rojnamevaniyê de li ser şerê di navbera hêzên YPG û komên îslamî yên radîkal de agahî da.
Rêdûr Xelîl diyar kir ku di demên dawiyê de êrişên komên îslamî li dijî Rojavayê Kurdistanê zêde bûye û got, komên îslamî yên radîkal dixwazin herêmên kurdî yên Rojava ji hev veqetînin ji ber wê jî êrişî bajarokên Çilaxa û Girkê Legê kirin da ku bajarên Dêrik û Qamişlo ji hev veqetînin. Li gorî Xelîl, heman taktîk li hember gundê Elokê jî hatiye meşandin da ku Serêkaniyê û Dirbêsiyê ji hev bên cihêkirin.
Berdevkê YPGê her wiha eşkere kir ku ew bersiva êrişên komên îslamî didin û nahêlin û heta niha jî şer û pevçûn li deverên Dêrik, Cindirês, gundê Qestel Cindo yê Efrînê didome.
Rêdûr Xelîl helwesta ENKS li hember êrişên komên îslamî li dijî Rojava Kurdistanê jî rexne kir û wek helwestek “fedîyok” bi nav kir.
Derbarê amara kuştî û birîndaran komên îslamî û YPGê de jî Xelîl agahî da rojnamevanan û wiha got: “Di vê demê de 945 endamên komên çekdar hatine kuştin. Komên çete di vê demê de 10 caran êrîşên bi wesayîtên bombebarkirî û 11 caran jî êrîşên xwekujî pêk anîne."
Rêdûr Xelîl, destnîşan kir ku di van şeran de bi giştî 79 şervanên YPG'ê jî jiyana xwe jidest dane.
Rudaw
