Mamosteyên Olî: Dibe xelk hîn zêdetir hevkariya dezgehên ewlekarî bike
Îro li seraserê Kurdistanê de Mele û Mamosteyên olî di gotarên xwe yên înê de daxwaz ji xelkê Kurdistanê kirin daku, bo parastina asayîş û ewlekariya Kurdistanê hevkariya hêz û dezgehên ewlekarî bikin.
Mamosteyên olî eşkere kirin ku, dibe xelk berpirsiyartiya xwe ya nîştimanî û netewî bicîh bîne û bo parastina aramiya welat û canê welatiyan zêdetir hevkariya dezgeh û hêzên ewlekarî bike.
