• Thursday, 12 February 2026
logo

Rûhanî dixwaze ‘gavên mezin’ digel Amerîka bavêje

Gulan Media October 2, 2013 Nûçe
Rûhanî dixwaze ‘gavên mezin’ digel Amerîka bavêje
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî diyar kir ku axaftina wî û serokê Amerîka Barack Obama “gavek biçûk” bû û ragihand, dê demên pêş de gavên mezin di wê çarçoveyê de bavêje.

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî Duh (02.10.2013) li paytext Tehranê ji rojnamevanan re li ser en axaftina xwe digel serokê Amerîka Barack Obama ku hefteya borî li New Yorkê qewimî, axivî.

Hesen Rûhanî da zanîn ku beriya ku serdana New Yorkê bike, berpirsên Amerîka 5 caran daxwaza hevdîtina serokomarên Îran û Amerîka kirin lê ev daxwaz hatin redkirin.

Rûhanî li ser şirove û nûçeyên ku di medyaya Amerîka de hat belavkirin û tê de hatibû gotin ku “Îranê bêhurmetî li Amerîka kiriye” jî axivî û wiha got: “Ez ji vê nêzîkatiya medyayê kêfxweş nebûm, li gorî beşek jê normal bû lê beşek jê jî aliyê opozîsyon û alîgirên rêjîma siyonîstî (Îsraîl) hatibû kirin. Çimkî tiştek bi navê bêhurmetiyê rû nedabû. Biryar bû piştî 35 salan her du serokomar hev bibînin lê şert û mercên vê yekê pêk nehatibû. Di dawiyê de wisa çêbû ku birêz Obama ji min re telefon bike. Helbet ev rewş dema ku em ji hotêlê derdikevin û me dixwest vegerin Îranê hat pêşiya û bi telefona balyoz (yê îranî) ji me re telefon kirin.”

Beriya niha fermandeyê hêzên parastina şoreşa îslamî ya Îranê (pasdar) gotibû, axaftina Rûhanî bi Obama re “xeletiyek taktîkî” ye û divê were qerebûkirin.

Rêveberê giştî yê rojnameya Kêyhan ku nêzîkî rêberê olî ye jî, gotûbêja Rûhanî bi Obama re “tiştek kirêt” bi nav kiribû. Helbet hinek parlamenter û rayedarên ên îranî jî li dijî vê yekê derketin.

Rûhanî di bersiva van rexneyan de jî diyar kir ku herkes bi çi zimanekî dixwaze bila rexne li hikûmetê bigire û wiha anî ziman: “Ev gavek biçûk bû û ji vir û pêde hikûmet dê gavên mezin bavêje.”

Serokomarê Îranê her wiha da zanîn, ji du navendên rapirsiyê xwestiye ku li ser pêwendiyên navbera Tehran û Washingtonê û rewşa dawî rapirsiyê pêk bînin.

Hesen Rûhanî her wiha destnîşan kir ku li Amerîka Kongrês naxwaze dorpêçên li ser Îranê bên rakirin lê hikûmeta Amerîka li dijî vê yekê ye ji ber wê jî eger dorpêç bên rakirin dê nakokiyên li ser bernameya etomî ya Îranê zûtir çareser bibin.

Amerîka û welatên Ewropa û Îsraîl dibêjin Îran dixwaze çekên etomî çêbike lê Îranê vê yekê qebûl nake û dibêje, bernameya etomî ya wî welatî tenê bo mebestên aştiyane ye.

Ji ber bernameya etomî ya Îranê, Ewropa û Amerîka dorpêçên aborî yên tund bi ser Tehranê de sepandine.

Rudaw
Top