Berbiharî: Rojane nêzîkî 500 penaberên Rojava vedigerin Rojava
Penaberên rojavayê Kurdistanê yên ku ji ber têkçûna rewşa Sûriye û Rojava koçberî başûrê Kurdistanê bûne, dixwazin vegerin ser cih û warên xwe.
Partiya yektiya demokratîk (PYD) jî ragihandiye ku berpirsên deriyê sînorî yê Pêşabîrê nahêlin penaberên rojavayê Kurdistanê vegerin malên xwe û îdia kiriye ku hefteya borî nêzîkî 2 hezar penaber xwestine vegerin Rojava lê berpirsên sînor nehîştine.
Derheqê vê yekê de rêveberê deriyê sînorî yê Pêşabîrê Şewket Berbiharî ji Rûdawê re axivî û îdiayên PYDê red kir û da zanîn, rojane nêzîkî 500 penaber ji Başûr derbasî Rojava dibin.
Berbiharî ragihand, sînor bo rewşên awarte û kesên nexweş hertim vekirî ye.
Li gorî amara komîsara penaberan a NY, hejmara penaberên rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê ji 200 hezarî derbas kiriye.
Rudaw
