• Thursday, 12 February 2026
logo

Dibe ku hilbijartinên encumenên parêzgehan were paşxistin

Gulan Media October 2, 2013 Nûçe
Dibe ku hilbijartinên encumenên parêzgehan were paşxistin
Serokê komîsyona hilbijartinan a Iraqê Serbest Amêdî diyar kir ku komîsyon nikare hilbijartinên encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê di dema xwe de birêve bibe.


Serokê komîsyona hilbijartinan Serbest Amêdî, îro (02.10.2013) piştî ragihandina encamên dawî yên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand ku ew bawer nake hilbijartinên encumenên parêzgehên Kurdistanê di dema xwe de bên lidarxistin.

Amêdî destnîşan kir ku ji ber ku komîsyon nikare di vê heyama ku maye de amadekariyên xwe temam bike.

Hilbijartinên encumenên parêzgehên Kurdistanê roja 21ê Mijdara 2013 tê sazkirin. Lê li gorî berpirsekî komîsyona hilbijartinan, ji ber ku heta niha navên hinek lîsteyan negihîştiye destê wan dibe ku hilbijartinên encumenên parêzgehan di dema xwe de neyên sazkirin.

Rudaw
Top