Kerîm Şengarî û Konsolosê Tirkiyeyê civiyan
Duh Konsolosê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê Mehmet Akîf Înam serdana wezareta navxwe ya hikûmeta Kurdistanê kir û bi Kerîm Şengarî re civiya.
Di destpêka civînê de Konsolosê Tirkiyeyê jiber kiriyara terorîstî ya Hewlêrê hevxemiya xwe pêşkêş kir û hêviya başbûna birîndarên vê kiriyara terorîstî xwest û ragehand ku, Nexweşxaneyên Tirkiyeyê amadene hevkariya birîndarên kiriyara han bikin.
Nav hatî di beşeke din ya axaftinên xwe de diyar kir ku, bo nehêlana terorê hikûmeta Tirkiyeyê amadeye hevkariya hikûmeta Kurdistanê bike.
Li hember de jî wezîrê navxwe Kerîm Şengarî spasiya Konsolosê Tirkiyeyê û helwesta hikûmeta Tirkiyeyê kir û hêvî xwest ku, peywendiyên hayî yên di navbera her du welatan de hîn bihêztir bibin.
