Taylend konsûlê fexrî li Herêma Kurdistanê destnîşan dike
Alîkara berpirsê têkeliyên derveyên hikûmeta herêma Kurdistanê Suham Cebelî, li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Berya Kemyon sefîrê Taylendê bo karûbarên Îraqê ku, li Urdinê karûbarên xwe birêve dibe û ev yekem care serdana herêma Kurdistanê dike, kir.
Di civînekê de şandeya Taylendê bi navê welat û gelê Taylendê kirdarên terorîstîyên bajarê Hewlêrê şermezar kir û hevxemî û sersaxîyên xwe pêşkêşî xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir. Balyozê Taylendê herwisa hêvî kir ku, karesatên bi wî awayî careke din çê nebin.
BalyozêTaylendê got, ku ew di ewê baweriyê de ye ku hikûmeta herêma Kurdistanê û saziyên wê yên ewlehîyê dê bikarin herêma Kurdistanê ji terorîstan biparêzin. Wî herwiha pêşkevtinê herêma Kurdistanê bilind nirxandin û xwesteke welatê xwe jî ji bona xurtkirina têkeliyan bi herêma Kurdistanê re di buwarê aborî, bazirganî û sermayerazandinê de, nîşan da.
Ji aliyê xwe ve, Suham Cebelî alîkara berprisê têkeliyên derve got ku, herêma Kurdistanê siyaseta bazara azad peyrew dike û amadekariya hikûmeta Kurdistanê bo pêşxistina têkeliyan bi Taylendê re nîşan da.
