• Thursday, 12 February 2026
logo

Ji ber nakokîyan dengdan li ser proje qanûan hilbijartinên Iraqê paş kevt

Gulan Media October 1, 2013 Nûçe
Ji ber nakokîyan dengdan li ser proje qanûan hilbijartinên Iraqê paş kevt
Piştî ku biriyar wiha bû di kombûna duh a parlemana Iraqê de deng li ser proje qanûna hilbijartinan bihê dan, bi egerê kêmîya dem bo kombûneke din a parlemanê hate paşxistin. Parlemantereka fraksiyona Kurdistanî jî di evê bawerîyê d eye ku ji ber rêknekevtina fraksiyonên siyasî, ew dengdan hatiye paşxistin.

Endama parlemana Iraqa federal a ser bi fraksiyona Kurdistanî Necîbe Necîb ji PNA re ragihand:´´ biryar wiha bû ku duh deng li ser proje qanûna hilbijartinan bihê dan. Her çend serokatîya encûmenê biryar dabû ku di kombûna duşembîyê de deng li ser evê projeyê bihê dan, lê belê ji ber rêknekevtina çend fraksiyonên siyasî yên di nava parlemanê de li ser çend xalên nava proje qanûnê, dengdan bo roja pêncşembîyê hate paşxistin.´´

Necîbe Necîb got:´´ serokatîya parlemanê di kombûnê de biryar da roja pêncşembîyê, dawî kombûn bo dengdana li ser evê proje qanûnê be û ew xalên ku li ser nakokî hene, ewin ku daxwaz dikin Iraq yek bazneya dengdanê be û herwiha hilbijartin bi lîsta daxistî yan vekirî be.´´

Dema birêveçûna hilbijartinên Iraqê nêzîk bûye û ji bo ku hilbijartin di dema asayîya xwe de û bi bê kêşe birêve biçin, parlemana Iraqê gerek deng li ser proje qanûna hilbijartinan bide.
Top