• Thursday, 12 February 2026
logo

UNAMI: 3112 Êraqî di îlonê de bûne qurbanî

Gulan Media October 1, 2013 Nûçe
UNAMI: 3112 Êraqî di îlonê de bûne qurbanî
Şandeya Neteweyên Yekbuyî li Êraqê (UNMAI) ragihand ku di meha îlonê borî de 979 Êraqî hatine kuştin û 2133 kesên din jî di rûdanên tundûtîjiyan de birîndar bûne.

UNMAI di beyannamekê de belav kiriye ku hejmara sivîlên ku hatine kuştin gihêştiye 887 welatiyan û di nava wan de jî 127 ji endamên polîsên sivîl bûne. Her weha hejmara birîndarên sivîl jî 1957 birîndar bûne û di nava wan de jî 199 ji polîsên sivîl bûne.

Beyannameya Neteweyên Yekbuyî (UNAMI) yê aşkira kiriye ku di wê mehê de 92 endamên hêzên ewlekariyê yên Êraqê hatine kuştin û 176 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûne.

Xendan
Top